Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Êrîşên Ser Dehan Armancên Îranê Radigihîne

Berdevkê artêşa Îsraîlê destpêkirina operasyoneke hevbeş û berfireh di navbera artêşên Îsraîl û Amerîkayê de li dijî "rejîma terorîst a Îranê" ragihand.

Di daxuyanîyekê de ku bi vê boneyê hat weşandin, hat gotin ku artêşên Îsraîl û Amerîkayê operasyoneke hevbeş, berfireh û bihêz dest pê kirine ku armanc ew e ku derbeyek mezin li rejîma terorîst a Îranê bidin û gefa demdirêj a li ser hebûna Îsraîlê ji holê rakin.

Li gorî daxuyanîyê, operasyon "êrîşên li ser bi dehan armancên leşkerî" dihewîne û wekî beşek ji "êrîşek berfireh, hevrêz û hevbeş" hatiye kirin.

"Rejîma Îranê di mehên dawî de dest ji plana xwe ya ji bo tunekirina Îsraîlê bernedaye," wî got, û her çend di operasyona berê de wekî "derbeyek giran" hatibe binavkirin jî, Tehran hewlên xwe yên "veşartina bernameya xwe ya navokî" bi çekdarkirina hêzên xwe yên wekîl ên li nêzî sînorên Îsraîlê bicîh bûne, berdewam kir," û "ev kiryar gefeke hebûnê ji bo Îsraîlê pêk tînin û ewlehîya Rojhilata Navîn û tevahîya cîhanê dixin metirsîyê."

Daxuyanîyê her wiha tekez kir ku di mehên berî êrîşê de, "plankirineke hevbeş a dijwar di navbera artêşên Îsraîl û Amerîkayê de hat kirin" da ku operasyon bi "hevrêzî û senkronîzasyona herî zêde" were kirin. Artêşa Îsraîlê her wiha "bi hemî pergalên xwe, hem ji hêla parastinê ve û hem jî di planên êrîşê yên cûrbecûr de, pêvajoyek amadekarîyê ya berfireh û dirêj ji bo vê operasyonê pêk anîye".

Li gorî berdevkê artêşê, fermandarê Giştî general Îyal Zamîr, digel fermandarên payebilind, "nirxandinek li ser rewşê dikin" û "hejmareke mezin ji hêzên Îsraîlî li hemî enîyan û li dijî her dijminekî, hem ji hêla pêşwext ve û hem jî ji hêla êrîşê ve, bi tevahî di amadebaşîyê de ne."

This item is part of
XS
SM
MD
LG