Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Bernameyeke Boşahîya Esmên a Leşkerî ya Îranê Dike Armanc

Artêşa Îsraîlê got ku wan bernameyeke boşahîya esmên a leşkerî ya Îranê li navenda Tehranê ji holê rakiriye.

Îsraîl got ku rejîma Îranê armanc dikir ku şiyanên xwe yên êrîşkirina ser setelaytan bi rêya navendê pêş bixe.

Li gorî daxuyanîyeke artêşa Îsraîlê, navendê dikaribû ji bo setelaytên Îsraîlê û welatên din gefê çêbike.

Artêşê got ku navend wekî beşek ji projeya setelayta Chamran-1 hatiye pêşxistin.

Chamran-1 ji hêla kompanîya Pîşesazîyên Elektronîkî ya Îranê ya Wezareta Berevanîyê ya Îranê ve tê çêkirin. Ew di Mijdara 2024an de ji hêla Pasdarên Şoreşa Îranê ve ber bi boşahîya esmên ve hate şandin.

XS
SM
MD
LG