Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Serokê Îstîxbarata Pasdarên Îranê Jinav Dibe

Serokê îstîxbarata Pasdarên Îranê(IRGC) Mecîd Xademî
Serokê îstîxbarata Pasdarên Îranê(IRGC) Mecîd Xademî

Hêzên Berevanîya Îsraîlê(IDF) îro Duşemê ragihand ku wan serokê îstîxbarata Pasdarên Îranê(IRGC) Mecîd Xademî kuştîye.

IDF li ser platforma X’ê got ku, “Xademî yek ji fermandarên herî payebilind ên IRGC bû û di gelek salan de ezmûnek berfireh kom kiribû.”

“Xademî ji bo pêşxistina êrîşên terorîstî li seranserî cîhanê kar kir û berpirsiyarê çavdêrîya sivîlên Îranî bû wekî beşek ji tepeserkirina xwepêşandanên navxweyî ji hêla rejîmê ve,” IDF got.

Hêzên Îsraîlê di dirêjîya daxuyanîya xwe de anî ziman ku, “Xademî berpirsîyarê berhevkirina agahîyên îstîxbaratî yên ku ji bo darêjtina nirxandinên stratejîk dihatin bikaranîn û dabînkirina agahîyan ji bo serkirdayetîya payebilind a welêt di dema operasyona Orîna Şêr de."

This item is part of
XS
SM
MD
LG