Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Ew Xwe ji Şerekî Pêkan yê ligel Îranê re Amade Dike


Avîv Kohavî
Avîv Kohavî

Karbidestên berevanî yên Îsraîlê dibêjin ku ew xwe ji nakokîyeke çekdar ya pêkane ligel hevrika wê ya herêmî Îran û hevalbendên wê amade dikin.

Serokê erkanê lerşkerê Îsraîlê General Aviv Kohavî do Sêşemê got ku artêşa Îsraîlî “planên xwe yên operasyonan û amadekarîya xwe bilez dike da ku danûstandinê ligel Îran û gefeya wî ya navokî bike.”

“Artêşa me sala borî li oser perasyonên nepen li hember dijminên me li seranserê Rojhilata Navîn xebitîye.” Kohavî, di gotarekê de bo komîteyên Karên Derve û Berevanî yên Knesseta Îsraîlî got.

Îsraîl bi sedan êrîşî armancên leşkerî yên girêdayî Îranê li Sûrîyê kiriye, lê ew kêm caran li wan operasyonên xwe mikur tê.

Îsraîl Îranê wekî gefeyekê jibo hebûna xwe dibîne û hergav hişyarîyê dide ku ewê hêza leşkerî bi kar bîne, eger pêdivî bibe da ku nehêle Îran çekên navokî peyda bike.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid, meha borî got ku ger rejîmeke terorîst çekê navokî bi dest bixîne, divê ew tiştekî bikin.

Îran îdia dike ku programa wê ya navokî tenê jibo mebestên aştîyane ye.

Tehran dawîya vê mehê careke din beşdarî gotûbêjên navokî ligel hêzên cîhanî dibe, piştî ku rêketina sala 2015’an bi vekişîna Amerîkayê li sala 2018’an hatibû rawestandin.

XS
SM
MD
LG