Li gorî raporteke Brîtanî, Îsraîlê tora berfireh a kamerayên çavdêrîya trafîkê li Tehranê hack kirin da ku tevgerên pasdarên Rêberê Bilind Elî Xamineyî û berpirsên din ên payebilind ên Îranê bişopîne.
Financial Times, ji zarê du kesên ku bi mijarê agahdar in, ragihand ku Mossadê çend salan berê kamerayên çavdêrîya kolanan ên Tehranê hack kirine.
Çavkanîyan got ku Îsraîl bi taybetî ji yek ji kamerayên trafîkê yên ku li quncikekî hatine siwarkirin sûd wergirtîye, ku bikaribû çavdêrîya cihê parkkirina wesayîtên tîmê ewlehîyê yê Xamineyî bike.
Raport dibêje ku îstîxbarata Îsraîlê ev kamera bikar anîne da ku agahdarîyan li ser navnîşanên cihê pasdaran û bernameyên wan berhev bike.
Rayedarekî îstîxbarata Îsraîlê ji Financial Times re got, "Em Tehranê wekî Orşelîmê nas dikin. Ji ber vê yekê, gava ku hûn bi [cihekî] mîna kolana ku hûn lê mezin bûne nas in, hûn tiştê herî biçûk li ser wê dibînin."
Ji bilî hackkirinê û karanîna çavkanîyên mirovan, raport dibêje ku Îsraîl di pêvajoya analîzkirina mezin a daneyan de jî zîrekîya çêkirî bikar anîye.
Di sala 2024an de, Îsraîl di hackkirin û teqandina bi hezaran pager li Lubnanê yên ku ji hêla Hizbullah ve dihatin bikaranîn de, serketî bû. Hikûmeta Lubnanê got ku êrîşa li ser pagerên Hizbullahê herî kêm 12 kes kuştin û zêdetirî 2.700 kes birîndar kirin.