Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Îsraîl Katz roja Çarşemê sibê got ku “her rêberekî ku were binavkirin ji alîyê rejîma Îranê ya niha ve, ji bo berdewamkirin û rêberîya plana tunekirina Îsraîlê, ji bo gefxwarina li Amerîkayê û cîhana azad û welatên herêmî û ji bo tepeserkirina gelê Îranê, dê bê dudilî bibe armanc.”
Katz li ser platforma X’ê nivîsand: " Ferq nake navê wî çi be an jî ew xwe li ku veşêre.”
Katz got,”Min û serokwezîr, me ferman dane Hêzên Berevanîyê yên Îsraîlê ku bi hemû awayî amadekarîyan bikin û tevbigerin da ku erkê wekî beşekî yekgirtî ya armancên Operasyona " Horîna Şêr" pêk bînin.
“Em ê bi hevkarên xwe yên Amerîkî re, bi tevahî hêza xwe tevbigerin da ku şiyanên rejîmê bişkînin û şert û mercan ji bo gelê Îranê biafirînin da ku rejîmê hilweşînin û biguherînin,” Katz got.