Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tankên Îsraîlî Li Başûrê Gazayê Gihîştin Navenda Xan Yûnis


Tankên îsraîlî roja Yekşemê li navenda Xan Yûnisê şer kirin, di êrîşeke mezin ya nav dilê bajarê sereke yê başûrê Kerta Gazayê de.

Rûniştvanan got ku tank gihiştine rêya sereke ya bakur-başûr ku di nîvê Xan Yûnisê re derbas dibe, piştî şerekî dijwar bi şev ku pêşveçûna Îsraîlî ji rojhilat kêm kiribû. Balafirên şer herêma rojavayê cihê êrîşê bombebaran kirin.

Dengê teqînan berdewam e û stûnên dûmana spî li ser bajar rabûne, cihê ku bi sed hezaran sivîlên ku ji deverên din ên dorpêçkirî reviyane, dihewîne. Kolanên bajêr ji xelkê vala bûn.

Îsraîl vê hefteyê dest bi êrîşa Xan Yûnis kir, piştî têkçûna agirbestekê, û şerê xwe yê bejayî ber bi nîvê başûrê Gazayê ve dirêj kir, di qonaxeke nû û berfireh a helmeta xwe ya du mehî de, ji bo jinavbirina mîlîtanên Hamasê.

Rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî dibêjin vê yekê hiştiye ku 2.3 mîlyon mirovên dorpêçkirî neçar bimînin ku xwe veşêrin.

Li cihê maleke Xan Yûnisê ku bi bombebarana şevekê hatibû wêrankirin, xizmên miriyan bi matmayî li kavilan kom bibûn. Wan termê zilamekî ji binê kavilan kaş kirin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG