Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanek li Îsraîlê bo Piştgirîya Kurdên Rojava

Wêne: Davar
Wêne: Davar

Bi dehan xwepêşander li ber konsulxaneya Amerîkayê li Tel Avîvê kom bûn û daxwaza destêwerdaneke navnetewî kir ji bo rawestandina êrîşên dijî Kurdan li Sûrîyê.

Xwepêşanderan hişdarî da ku jinên Kurdan ewên şer dijî Daişê kirin, niha bi wekî dîl ji alîyê hêzên Artêşa Erebî ya Sûrî ve têne girtin. Herwiha sivîl û malbat têne kuştin, li gor sloganên xwepêşandanê.

Herwiha, xwpêşanderan hişdarî da ku terorîstên Daişê hatine berdan û li derve ne. Xwepêşanderan got, hêzên ku Tirkîyê piştgirîya wan dike tundûtûjîyan gûr dikin.

Xwendekarekî Kurd yê Zanîngeha Haifayê got, “Ev tiştê ku îro li Sûrîyê çê dibe dubareya ew ya ku li 7 Cotmehê (li Îsraîlê) ye, lê mezintir e.”

Rêberên civaka Kurdên Îsraîlê hişdarî dan ku cîhadî li Sûrîyê hatine berdan ku li dawîyê wê bibin gef ser Îsraîlê jî.

Xwepêşanderan daxwaz ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kir ku alîkarîya Kurdan bike.

Tevî ragihandina agirbestekê roja Duşemê ji alîyê hikûmeta demkî ya Sûrî ve, êrîşên ser bajarên Rojava her berdewam dikin.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dibêjin ku hêzên hikûmeta Sûrî herî kêm şeş caran li seranserê Kobanî û bajarên Cizîrê êrîş pêk anîne û agirbest binpê kirin. Şam jî dibêje ku HSD'ê agirbestê binpê dike.

XS
SM
MD
LG