Artêşa Îsraîlê roja Duşemê ragihand ku wê rêberekî koma çekdar Hamasê bi navê Mihemed Şahîn li devera Seyda ya li başûrê Lubnanê kuşiye.
Artêşê rave kir ku Mihemed Şahîn serokê beşê operasyonên Hamasê li Lubnanê bû û got ku Şahîn wî vê dawîyê bi rêberîya Îranê di danasîna "planên terorîstî" bûye û herwiha di û beşdarî fînansekirina ji axa Libnanê jibo çalakîyên dijî welatîyên Îsraîlî bûye.
Du jêderên ewlekarî yên Lubnanî berî niha ji Reutersê re ragihandibûn, ku Îsraîlê bi êrîşeke esmanî ya ser otomobîlekê li bajarê Seyda yê li başûrê Lubnanê, karmendekî Hamasê kiriye armanc.
Ajansa nûçeyan ya dewleta Lubnanê got ku rizgarkeran ji wê otomobîla hatiye lêdan, termeke derxistine, lê ajansê nasnameya wî kesê kuştî eşkere nekir.
Artêşa Îsraîlê tevî şerê Gazayê, bi berdewamî dijî endamên Hamas, Hîzbûllaha Lubnanî ya hevbend û komên din yên Lubnanê êrîşan pêk tîne.
Ew komên çekdar jî bi mûşek, dron, rokêt, û topan ji ser sînorê bakurê êrîşê nava Îsraîlê dikin.
Li gor agirbesteke ku Washington di meha Mijdarê de navbeynkarî kiribû, divê hêzên Îsraîlê heya 60 rojan ji başûrê Lubnanê vekişin, herema ku wan ji Cotmehê ve dijî çekdarên Hizbullahê yên ku Îran piştgirîyê dike, êrîşeke bejayî dabûn destpêkirin û li wir mabûn.
Jêder: Reuters