Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Wê Fermandarê Hizbullahê Zeîd Elî Cumaa li Beyrûtê Kuştîye

Wêne ji arşîfê ye
Wêne ji arşîfê ye

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan Fermandarê rêveberîya hêza agir a Hizbullahê Zeîd Elî Cumaa li Beyrûtê kuştiye.

IDF li ser platforma X’ê anî ziman ku, “Cumaa wekî serokê topxaneyên Hizbullahê li başûrê Lubnanê kar dikir û berpirsiyarê avêtina bi hezaran rokêt, mûşek û dron ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve bû.”

“Wî her wiha êrîşa mûşekî ya dijî tankan a 2015an li Çiyayê Dov ku efser û leşkerekî Hêzên Berevanîya Îsraîlê kuşt, bi rê ve bir,” IDF got.

Rojnameya the Time of Israel ji ser zarê IDF anî ziman ku “wî bi dirêjîya salan di Hizbullahê de rolên din ên girîng girtine ser xwe û her weha di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de li kêleka rejîma Beşar Esed şer kiriye.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG