Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Kuştina Sekreterê Rêberê Hizbullahê Piştrast Dike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Pêncşemê ragihand ku artêşa Îsraîlê sekreterê rêberê rêxistina Hizbullahê li paytexta Libnanê kuştîye, di demekê de ku karbidestên Îsraîlî dibêjin ew êrîşên dijî Hizbullahê berdewam dikin.

Netanyahu li ser platforma X'ê got, "Li Beyrûtê, me Elî Yûsif Herşî, sekreterê taybet ê Ne'îm Qasim, sekreterê giştî yê rêxistina terorîst a Hizbullahê û yek ji kesên herî nêzîkî wî, kuşt."

Di heman demê de, şeva borî artêşa Îsraîlê êrîş birin hejmareke armancên binesazîyên Hizbullahê li başûrê Libnanê.

Artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê li ser X'ê ragihand ku di êrîşên asmanî de tunel, embarên çekan, mûşek û teqemenîyên Hizbullahê di nav libnanê de kirine armanc.

Artêşê di daxuyanîyekê de got ku wan "zêdetirî 70 terorîst ji holê rakirin û 2 terorîst kuştin ku diketin avahîyekê ku ji hêla Hizbullah ve tê bikaranîn. Herwiha mûşekavêjek a dijî tankan, xalên çavdêrîyê û navendên fermandarîyê yên Hizbullahê ji nav birin."

Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Israel Katz doh Çarşemê got ku “dora" Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Ne'îm Qasim dê bê. Îsraîlê di Îlona 2024'an de rêberê berê yê Hizbullahê, Hesen Nesrallah, kuşt bû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG