Di demekê de ku operasyonên Îsraîlê li dijî Hizbullaha ku ji alîyê Îranê ve tê piştgirîkirin li Lubnanê zêde dibin, raport behsa wê yekê dikin ku di 48 demjimêrên borî de bi dehan endamên Supaya Pasdaran ji tirsa ku ji alîyê Îsraîlê ve werin armancgirtin ji Lubnanê reviyane.
Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê peyamek ji nûnerên rejîma Îranê yên ku hîn jî li Lubnanê ne re şand û hişyarî da ku eger ew di nav 24 demjimêran de welêt bicî nehêlin, "ew ê li her devera ku werin dîtin bibin armanc."
Berpirsên berevanîyê yên Îsraîlê ji malpera Axios re gotine ku ji dema hişyarîyê ve bi dehan endamên Pasdaran ji Lubnanê derketine.
Axios dibêje ku hin ji Îranîyên ku ji Lubnanê derketine li balyozxaneya Îranê ya li Beyrûtê dixebitin.
Ew dibêje ku hejmareke biçûk ji endamên Supaya Pasdaran mane ku Hêza Qudsê bi rê ve bibin û bi Hizbullahê re hevkarîyê bikin.
Karbidestekî parastinê yê Îsraîlê pêşbînî dike ku Pasdaran dê di rojên pêş de ji Lubnanê birevin.
Li gorî New York Times, artêşa Îsraîlê di rojên dawî de pêşveçûnên din ber bi başûrê Lubnanê ve kiriye û hejmareke mezin ji alavên leşkerî li ser sînor ji bo amadekarîya operasyoneke bejayî ya berfireh hatine kom kirin.
Roja Pêncşemê, artêşa Îsraîlê bang li niştecihên deverên başûrê Beyrûtê kir ku ji malên xwe derkevin.
Di demjimêrên dawî de bi deh hezaran sivîl ji malên xwe yên li başûrê Lubnanê, ku wekî keleha Hizbullahê tê zanîn, reviyan.