Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Wê 4 Mîlîtanên Ku Ji Libnanê Derbas Dibûn Kuştin


Sînorê Lubnan û Îsraîlê
Sînorê Lubnan û Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê roja Yekşemê got ku Leşkerên wan bi çekdarên ku dixwestin ji Libnanê derbasî Îsraîlê bibin re, gulebaran kirin û çar ji wan kuştin.

Li gorî daxuyaniya artêşê, leşkeran li Har Dov li derdora herêma Zeviyên Şebayê nobet girtibû, dema wan çar kesên ku gule barandin dîtin.

"Di dema pevçûnan de, hêzên IDF (Hêzên Parastinê yên Îsraîlê) top û hawn ber bi herêmê ve avêtin," artêşê got.

Leşkerên Îsraîlê doh Şemiyê 3 Filistînî jî kuştin dema ku hewl didan bi kêr û tifing û bivir derbasî nav niştegehekê bin, li Kenara Rojava ya dagirkirî.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG