Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Pisporê Sazkirina Çekan yê Hamasê Hate Kuştin


Artêşa Îsraîlî Îro Çarşemê got ku êrîşên wan yên esmanî li ser Kerta Gazayê, taybetmendê sazkirina çekan yê Hamasê, Mushin Ebu Zîna û çend çekdarên din kuştin.

Hevdema êrîşên Îsraîlê yên esmanî û bejayî, tora tunelên mîlîtanan li herêma dorpêçkirî ya Filîstînê kirin armanc.

Bajarê Gazayê, ku navenda serekî ya Hamasê ye, ji alîyê hêzên Îsraîlê ve hatiye dorpêç kirin.

Artêşa Îsraîlê got ku leşkerên wê ber bi navenda bajarê şênîbar ve pêşve çûne, di heman demê de Hamas dibêje ku şervanên wê zîyanên mezin gihandine artêşa Îsraîlê.

Şahidan got ku bi hezaran kes îro Çarşemê di dema destnîşankirî de ji herêmên Bakur derketin û ser rêyeke bin kontrola tankên Îsraîlî ber bi başûr ve diçûn.

Îsraîlê ragihandibû sivîl rojane di 4 demjimêran de dikarin ji Gazayê derkevin.

Digel ku şer aniha dikeve meha duyê, karbidestên Neteweyên Yekbûyî û welatên G7 bangên xwe jibo rawestandina şer ya jibo mebestên mirovahî zêde kirin ku jibo kêmkirina derdên mirovahî li wê derê bibin alîkar.

Li Gaza gelek avahî hatine wêran kirin û pêdiviyên bingehîn yên jîyanê nemane. Karbidestên Filîstînî dibêjin ku zêdetir ji 10 hezar kes hatine kuştin ku % 40 ji wan zarok in.

XS
SM
MD
LG