Îsraîlê îro Înê ragihand ku hêzên wê di operasyonên vê hefteyê de nêzî 250 çekdarên Hizbullahê li Lubanê kuştine.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Nadav Shoshani dîyar kir ku di nav kuştîyan de fermandarên yekîneyên mezin jî hene.
Shoshani got kut ku wan do Pêncşemê li başûrê Beyrutê êrîş biriye ser navenda îstixbaratê ya Hizbullahê û ew hîn jî encamên wan êrîşan dinirxînin.
Hizbullahê ser hejmara çekdarên wê yên hatine kuştin hîn ti agahî nedaye.
Ji alîyê din ve Wezîrê Derve yê Îranê Abas Araqçî serdana Beyrutê kir.
Araqçî got ku ew jibo dostên xwe yên li Lubnanê soza piştgirîyê didin.
Wî got ku ew di dema bombebaranê de serdana Beyrutê dike ku ew jî nîşan dide ku piştgirîya Îranê ya jibo Hizbullahê didome.
Jêder: Reuters, AFP