Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Fransîs Banga Vekirina Rêyên Cihên Pîroz Yên li Orşelîmê Dike


Du roj piştî tundûtûjiya mezin li Orşelîmê îro roja Yekşemê zêdetirî 20 Îsraîlî û Filistînî di çend bûyeran da li Orşelîmê û derdora mizgefta Al-Aqsa birîndar bûn.

Her wiha tundûtûjiya kujer li Israîlê û Kenara Rojava ya dagirkirî di dawiya Adarê û destpêka wê mehê û êreve 36 kes hatine kuştin.

Li ser bûyeran Papa Fransîs îro roja Yekşemê banga vekirina rêyên cihên pîroz yên li Orşelîmê kir dema ku wî gotara xwe ya salane ya Easterê pêşkêş kirî di nav tundûtûjiya di navbera Îsraîlî û Filistîniyan da li Bajarê Pîroz, Orşelîmê.

Papa Fransîs got "Bila aştî bihêt Rojhilata Navîn, ya ku bi salan e pevçûn û dubendî lê diqewimin. Di vê roja birûmet da werin em bo Orşelîmê aşitiyê bixwazin û bo hemû kesên ku ji wê hez dikin, Kiristiyan, Cihû û Misilmanan aşitiyê bixwazin. Bila Îsraîlî, Filistînî û her kesên ku li wî bajarê pîroz dijîn, digel heciyan, bedewiya aştiyê bibînin, di nav biratiyê da bijîn û bi azadî û serbestî biçin cihên pîroz û herkes rêzê li mafên yek û du bigre", pap françis got.

Civaka Krîstiyan li Qamîşlo Cejna Easterê Pîroz Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:17 0:00

XS
SM
MD
LG