Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşanderên Îsraîlê Riyên Sereke Digrin


Li seranserê Îsraîlê îro Yekşemê xwepêşandanên girseyî têne lidarxistin, bi armanca zexta li ser hikûmetê ku bi Hamasê re peymanekê çêbike da ku dîlên di destê grûpê de li Gazayê werin berdan.

Li gor medya Îsraîlî, xwepêşandanan demjimêr 6:29 sibê dest pê kir, di heman demjimêra ku Hamasê di 7ê Cotmeha 2023’an de êrîşê başûrê Îsraîlê kiribû.

Bi hezaran xwepêşander daketin kolanan, rêkên sereke yên li seranserê welêt asteng kirin. Berîya ku polîs rê veke, li ser rêya sereke ya Tel Avîv-Qudsê agir berdane lastîkan.

Herwiha, komên biçûk jî bi bilindgo û pankartan li derveyê malên hejmarek wezîr û parlamenterên hikûmeta Îsraîlê ew şermezar kirin.

" Têkçûneke tevahî! Têkçûneke tevahî!" girseyeke biçûk li derveyê mala wezîrê hikûmetê Ron Dermer, diqîriyan.

Li Kibbutz Or Haner, ya li nêzî sînorê Gazayê, xwepêşanderan balonek reş jibo her kesê ku di êrîşê de hatin kuştin daliqandin û balonek zer jî jibo her yek dîlê ku li Gazayê hîn girtîye.

Hewlên jibo peymaneke berdana dîlan, di navbera Îsraîl û Hamasê de li Gazayê piştî neh mehan ji şer, di rojên dawî de zêde bûne. Karbidest geşbînîya xwe dîyar dikin, lê dibêjin ku di navbera alîyan de hevbîrbûnek temamî hîn nehatiye peydakirin.

Hin Îsraîlî piştgirîya armancên xwepêşanderan nakin, û zextê li hikûmeta serokwezîr Benjamin Netanyahu dikin ku peymanê red bike û şer bidomîne heya ku hemî armancên welat pêk werin.

Êrîşên Îsraîlê li Gazayê destpê kirin, piştî ku mîlîtanên bi pêşengîya Hamasê di 7’ê Cotmehê de êrîşî başûrê Îsraîlê kirin.

Li gor daneyên Îsraîlî, dora 1200 kes hatin kuştin û 250 kes wek dîl hatine revandin û 132 jî winda ne.

Wezareta Saxlemîya Gazayê dibêje ku di şerê Îsraîlê yê li Gaza de heta niha zêdetirê 38 hezar Filîstînî hatine kuştin û zêdetirî 88 hezaran jî birîndar bûne, ku piranîya wan sivîl in.

Îsraîlê jî heta niha 314 leşkerên xwe li Gazayê winda kirine û dibêje ku herî kêm sêyeke kuştîyên Filîstînî çekdar bûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG