Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Israel Katz piştrast kir ku hêzên wan êrîşeke esmanî biriye ser Şam ya Sûrîyê.
Çavdêrîyeke şer berî piştrastkirina Katz ragihandibû ku di êrîşa esmanî ya Îsraîlê de li Şamê 1 kes hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê di daxuyanîyeke cihê de dîyar kir ku wê êrîş biriye ser Cîhada Îslamî ya Filîstînî ku li Gaza tevî Hamasê dijî Îsraîlîyan şer dike.
Katz got ku ewê li Şamê û li cîhên din pêşîya ‘’terora Îslamî’’ bigirin û rê nedin ku Sûrîye li hember Îsraîlê bibe gef.
Medyaya dewletê ya Sûrîyê jî ragihand ku Îsraîlê êrîş biriye ser avahîyekê.
Jêderekî Cîhada Îslamî dîyar kir ku firokên Îsraîlê êrîş birine ser avahîyeke wan û got ku ‘’şehîd û birîndar’’ hene.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku firokên Îsraîlê bi du muşekan êrîş birine ser avahîyeke li Şamê û di êrîşê de bi kêmî ve 1 kes hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê pêr Sêşemê jî li başûrê Sûrîyê êrîş li dar xistibûn.
Jêder: AFP