Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bepirsekî Filestînî: Çekdarên Sûrî Gor Kolandin Ji bo Dîtina Hin Îsraîliyên Mirî


Berpirsekî Filestînî ku li Sûriyê dimîne dibêje çekdaran li goristana kampeka penaberan li nêzîkî Dîmeşqa paytexta Sûriyê hin gor kolandin ji bo dîtina termên hin serbazên Îsraîlî ku ji dehan sal berê ve winda ne.

Berpirsê komandariya giştî ya Eniya Gelêrî ji bo rizgarkirina Filestînê Enwer Reja got termên sê serbazên Îsraîlê yên ku di şerekî de li Libnanê, ji sala 1982an ve winda ne, ji wir hatibûn veguhestin bo Sûriyê.

Wî got armanca çekdaran a kolandina goran ewbû ku termên wan serbazan bibînin û veguhêzin Îsraîlî.

Hefteya borî, hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê kampa penaberên Filestînî, Yarmûk ji bin destê gurûpa Dewleta Îslamî Daişê rizgar kir.

Reja got Daiş û gurûpên din ên çekdar di salên borî de gor kolandin ji bo dîtina termên serbazên Îsraîlê.

XS
SM
MD
LG