Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Bersiva Roketên Ji Xezayê Dide, Êrîşî 'Bingehên Leşkerî' Yên Hamasê Dike


Sirênên alarmê, hişyarî da niştecihên başûrê Îsraîlê ku di destpêka roja Şemiyê de ji Xezayê êrîşeke bi roketan pêk hat.

Îsraîlê diyar kir ku çar roket ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin. Yek jê hate girtin, her sêyên din jî li gorî leşkeriyê ketin fezayê.Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên şer yên Îsraîlê îro Şemiyê serê spêdê êrîşî navendeke çêkirina çekan li Kerta Gazayê kirîye, piştî havêtina rokêtan li dijî Îsraîlê.

Daxuyanîya Hêzên Berevanîya Îsraîlê got: "Berî demeke kin, balafirên şer yên Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) êriş kirîye ser bingeheke leşkerî ya rêxistina terorê Hamasê li navenda Kerta Gazzeyê ku vê bingehê leşkerî beşên binerd jî hene û madeyên xaw jibo çêkirina roketan tê bikarînan dihewîne.

Ev êrîş tenê çend demjimêran piştî ku serokê Amerîkayê Joe Biden ji Îsraîl derketî û li bajarê Cede yê Erebistana Saûdî tevlî Civîna Bilind ya 6 welatên kendavê, tevî Îraq, Misr û Urdonê çêbû.

Hamas, koma mîlîtanên Îslamî ye, ku rêveberiya kerta Xezayê yê Fîlistînê li jêr kontrola wê da ye.

XS
SM
MD
LG