Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Binesaziya Leşkerî li Sûriyê Bûye Armanca Firokên Me


Êrîşên Îsraîlê di nav axa Sûriyê de
Êrîşên Îsraîlê di nav axa Sûriyê de

Tel Aviv - Artêşa Îsraîlê îro Duşemê got ku wê êrîş biriye ser binesaziya leşkerî di nav axa Sûriyê de, ku tirs heye şerê Îsraîlê yê dijî Hamasê bibe sedema pevçûneke berfirehtir li herêmê.

Leşkerê Îsraîlê got, "Berî demeke kin, balafireke şer ya girêdayî Hêzên Berevaniya Îsraîlê (IDF)'ê êrîşî bingeheke avêtina roketan kirîye li axa Sûriyê ku şeva borî ji wir êrîşî ser Îsraîlê hatiye kirin."

Daxuyanî dibêje, balafirên Îsraîlî "li binsaziya leşkerî xist li ser axa Sûriyê."

Artêşê hûrgiliyên zêdetir nedan, lê li gorî kanala giştî ya Îsraîlê Kan News, êrîş li nêzîkî bajarê Deraayê li başûrê Sûriyê pêk hatîye.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê roja Duşemê ragihand ku Îsraîlê demjimêr 01:35ê sibê "ji aliyê Golana Sûriyê ya dagîrkirî ve du çeperên hêzên me yên çekdar li gundewarên Deraayê kirin armanc û ziyanên madî çêbûn".

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) got ku Îsraîlê çeperên artêşê di nav wan de "tabûreke topxanê" li parêzgeha Deraa kir armanc, wek bersivek li hember topbarankirina li nêzîk Girên Golanê.

Nerihetî derbarê berfirehbûna şerekî herêmî zêde dibin, piştî ku milîtanên Hamasê 7ê Cotmehê êrîşeke kujer birbû ser Îsraîlê herî kêm 1400 kes kuştbûn ku piraniya wan sivîl bûn, jin û zarok jî di nav de hene, herwiha zêdetirî 200 kes weke dîl di dest xwe de girtine.

Piştî êrîşa Hamasê, artêşa Îsraîlê bi tundî kerta Gazayê bombebaran dike. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, hejmara kuştiyên li kerta Gazayê ji ber êrîşên Îsraîlê yên ji destpêka şer di 7ê Cotmehê û vir ve derketiye 8,306 Filistînî ku 3,457 jê zarok in.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG