Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Alîkariyên Mirovahî bo Penaberên Sûrî Zêdetir Dike


Israel Block Road

Leşkerê Îsraîlê dibêje ew alîkariyên mirovahî ji bo penaberên Sûriyê yên ku li başûrê Sûriyê ji ber şer direvin zêdetir dike, cihê ku êrîşên giran ên hêzên hikûmeta Sûriyê bi hezaran xelk bêcihûwar kirin e.

Leşkeran îro Yekşemê got wan 6 penaber, di nav de 4 zarok, wergirtin ji bo dermankirinê piştî ku xwediyên wan hatin kuştin.

Îsraîlê 300 kon û derdora 60 ton alîkariyên mirovahî û derman dabîn kirin ji bo hezaran bêşûnûwarbûyên Sûrî.

Ev bû çend salin Îsraîl alîkariyên mirovahî dişîne hidirê Sûriyê û derman bo hezaran penaberên ku karîbûn xwe bigihînin Colanê dabîn kirin e.

Leşker dibêjin ewê berdewam bin di pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî de lê ew rê nadin derbasbûna pêlên mezin ên penaberan bo Îsraîlê.

XS
SM
MD
LG