Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê Êrîşa Mûşekan li Sûrîyê Pêk Anî


Un interceptor de misiles balísticos Arrow-3 durante una prueba en Israel el 10 de diciembre de 2015.
Un interceptor de misiles balísticos Arrow-3 durante una prueba en Israel el 10 de diciembre de 2015.

Artêşa Îsraîlê got ku wê îro Çarşemê bi mûşekan êrîş li Sûrîyê pêk anî piştî ku mûşekek dijî firokeyan ber bi Îsraîlê ve hatibû avêtin, li vê dema ku televizyona dewleta Sûrî ragihand ku êrîşeke li derdora Şamê çê bûye.

Berdevkekî artêşa Îsraîlê li ser wê êrîşê şîrove neda. Hêjayî gotinê ye ku di êrîşa Îsraîlê li nêzîkî paytexta Sûrîyê de leşkerek hate kuştin û pênc jî birîndar bûn.

Lê artêşa Israîlê got ku wê êrîşeke dijber li Sûrîyê pêk anîye weke bersivekê li ser avêtina mûşeka dijî firokeyan. Hate gotin ku mûşekê li hin herêmên Îsraîlê û Kenara Rojava ya dagirkirî sîrenan lêxist û di nava hewayê de teqiya.

Artêşa Îsraîlê li ser Twitterê wiha got: "Piştî avêtina mûşekên dijî hewayî yên îşev, Hêzên Berevanî yên Îsraîlê êrîş kir ser mûşekên û radarê yên ku li balefirên hêzên esmanî yên Îsraîlê teqandin."

Televîzyona dewleta Sûriyê berî niha ragihandibû ku berevaniya esmanî ya Sûriyê mûşekên Îsraîlê li ser Şamê xistine xwarê.

Televîzyona Sûrî got Îsraîl ji Bilindahîyên Golanê yên di bin dagirkeriya Îsraîlê de mûşek avêtin û berevaniya esmanî ya Sûriyê hinek ji wan xistin xwarê.

Televîzyonê herwiha got, "Êrîşa Îsraîlê" jî berê roja Çarşemê êrîşeke asmanî bi mûşekan ji başûrê rojhilata paytexta Libnanê Beyrûtê pêk anî.

Televîzyona dewletê ji zarê jêderekî leşkerî ragihand, di êrîşan de serbazekî Sûrî hat kuştin û pênc jî birîndar bûn.

Îsraîl gelek caran êrîşên xwe li dijî tiştên ku ew dibêje armancên Îranî ne li Sûriyê pêk anîne, cihê ku hêzên Tehranê bi pêşengiya Hizbullah Libnanî di deh salên borî de piştgirî dane Serok Beşar Esed di şerê navxweyî yê Sûriyê de.

XS
SM
MD
LG