Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Li Dijî Pênasîna 'Yekalî' Ya Dewleta Filistîniyan Ne


Îsraîl roja Yekşemê dijberiya xwe ya fermî li hember "pejirandina yekalî" ya dewleta Filistînîyan ragihand û got ku her rêkeftineke wiha divê bi danûstandinên rasterast were bidestxistin.

Li gorî daxuyaniyê, serokwezîr Benjamin Netanyahu "biryara ragihandinê" di kabîneya hikûmetê de xiste dengdanê, û ev biryar bi yekdengî hate pejirandin.

Netanyahu di destpêka civîna heftane de got ku ev gav tê piştî "gotûbêjên vê dawiyê yên civaka navnetewî li ser hewldanekê ji bo sepandina yekalî ya dewleteke Filistînî li ser Îsraîlê."

Şerê li Gazayê, piştî êrîşa Hamasê li ser Îsraîlê di 7ê Cotmehê de, ew şerê herî dawîyê ye di pevçûna navbera Îsraîl û Filistîniyan de ku ev heftê sal e didome û Rojhilata Navîn bêîstiqrar kiriye.

Hewldanên ji bo bidestxistina çareseriya du dewletan - dewleteke Filistînî li Kenara Rojava û Gazayê ligel ya Îsraîlê - ji sala 2014an ve rawestiyane.

Serokê Amerîka Joe Biden hewil dide ku lihevkirineke hîn berfirehtir li Rojhilata Navîn pêk bîne, ku tê de Erebistana Siûdî û dewletên din ên Ereb têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normal bikin, û her wiha avakirina dewleteke Filistînî.

Daxuyaniya fermî ya Îsraîlê, li gorî ofîsa Netanyahu, nîşan dide ku: "Îsraîl fermanên navneteweyî yên eşkere yên di derbarê lihevhatina mayînde ya bi Filistîniyan re red dike. Eger lihevkirinek were bidestxistin, tenê bi danûstandinên rasterast di navbera aliyan de, bêyî şert û merc pêk tê. "

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, "Îsraîl wê berdewam be li dijî naskirina yekalî ya dewleta Filistîniyan. Naskirina bi vî rengî ya piştî komkujiya 7'ê Cotmehê wê xelateke mezin û nedîtî bide terorê û dê rê li peymana aştiyê ya siberojê bigire."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG