Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl û Îmarat Dest bi Cîbicîkirina Peymana Bazirganiya Azad Dikin


Wezîrê Derve yê Îsraîlê Eli Cohen
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Eli Cohen

Wezareta Derve ya Îsraîlê got ku Îsraîl û Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî (UAE)roja Yekşemê cîbicîkirina peymana bazirganiya azad îmze kirin, ku li gor wê dê kêmkirin an jî rakirina bacan ji ser 96% ji kelûpelên ku di navbera welatan de tên kirîn û firotin.

Ew cara yekem di Gulana borî de gihîştin rêkeftinê, û soz dan ku bazirganiya dualî zêde bikin piştî ku wan di sala 2020an de bi navbeynkariya Amerîkayê têkiliyên xwe normal kirin.

Wezaretê got, peyman her weha dê rê bide kompaniyên Îsraîlî ku bigihîjin girêbestên hukûmetê yên UAE.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Eli Cohen, ku roja Yekşemê îmzeya dawî ji bo rêkeftina bacê di çarçoveya peymana bazirganiyê de da, got ku ew ê "têkiliya xwe" bi Îmarat re xurt bikin û Îsraîl ji bo normalîzekirina peywendiyan bi welatên Ereb yên bêhtir re dixebite.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG