Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Berguman Ên Filistînî 2 Îsraîlî Li Kenara Rojava Kuştin


Artêşa Îsraîlê got, roja Şemîyê êrîşeke çekdarî ya gumanbar a Filistînê li Kenara Rojava ya dagîrkirî, 2 Îsraîlî kuştin.

Radyoya Artêşa Îsraîlî got ku herdu kes li cihekî şuştina otomobîlan li gundê Huwara yê Filistînî yan li nêzîkî gund hatin kuştin, cihê êrîşên kujer ên berê li ser Îsraîlîyan û tolhildana tund ji aliyê rûniştvanên cihû ve.

Artêşa Îsraîlî got ku ew li herêmê ji bo êrîşkeran lêgerînê dikin û derdora cihê êrîşê dorpêş kirine. Xismeta ambulansê ya Îsraîlê piştrast kir ku 2 kes di gulebaranê de mirine.

Tundûtûjî li Kenara Rojava di van 15 mehên dawî de bi zêdebûna êrîşên Îsraîlê, êrîşên kolanan ên Filistînê û êrîşên niştecihên cihû yên li ser gundên Filistînê, girantir bûye.

Asoyên vejandina danûstandinên aştiyê yên bi navbeynkariya Amerîkayê ku nêzî deh sal berê têk çûbûn û armanca wan avakirina dewletek Fîlîstînî li Kenara Rojava, Xezze û Qudsa Rojhilat bû, hîn ne zelal in.

Îsraîl di şerekî sala 1967an de Kenara Rojava bi dest xist û ji wê demê ve bi dehan wargeh li wir ava kirin ku ji hêla pir welatan ve neyasayî têne hesibandin, nêrînek ku Îsraîl red dike.

Filistîniyan li Kenara Rojava xwerêveberiyeke sînordar heye û di navbera rêveberiya rojava ya li wir û îslamîyên çekdar ên Hamasê de ku Xezeyê kontrol dikin û hevjiyana bi Îsraîl re red dikin, parçe bûne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG