Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Çekdar Pasewanekî Israîlî Li Qeraxa Rojava Dikujin


Artêşa Îsraîlî got, du çekdaran pasewanekî wan li ber deriyê wargeheke Qeraxa Rojava ya dagirkirî kuştin, û leşker li bajarokekî Filistînî yê nêzîkê li êrîşkeran digerin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê got, di bûyereke ku xuya ye ku ne girêdayî wê ye de, zû piştî êrîşa li Ariel derengî Îniyê, hêzên Israîlî zilamekî filistînî li gundê Azzun yê bakurê Qeraxa Rojava kuşt.

Artêşa Îsraîlî got ku leşkeran li wir bergumanên ku bombeyên agir avêtin gulebaran kirin.

Karbidestên Îsraîlî dibêjin, bi gulebarana li Ariel hejmara kesên ku di hefteyên dawî de ji alîyê êrîşkarên Ereb ve li Îsraîl û wargehên Qeraxa Rojava hatine kuştin, gihîşt 15an.

Ajanseke Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku hêzên Îsraîlî bi kêmî ve 40 Filistînî ji meha Şibatê vir ve, dema destpêkirina girjîyan kuştine.

Artêşa Îsraîlî got, du çekdaran xwe gihandine kozikeke nobedariyê li ber deriyê Ariel, ji wesayîta xwe peya bûn û yek ji nobedaran kuştin berî ku ji cihê bûyerê birevin.

Serokwezîr Naftali Bennett êrîşên ji meha borî vir ve wekî "pêlek nû ya terorê" bi nav kir.

Hamas, grûpa îslamî ya ku Gazaya dorpêçkirî kontrol dike, berpirsiyariya bûyera Ariel negirt ser milê xwe lê pesna êrîşê da û got ku ew beşek e jî bersiveke li ser êrişên polîsên Îsraîlî li ser mizgefta Al-Aqsa ya Orşelîmê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG