Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Vaksîna Çaran Parastina Dijî COVID Xurtir Dike


Wezareta Saxlamî ya Îsraîlê ragihand ku doza çaran ya vaksîna COVID-19 ji kesên ji 60 mezintir re hatine dayîn, berxwedana wan ya dijî nexweşîyê sê caran pirtir kiriye.

Wezaretê got ku di nava kesên ji 60 salî mezintir de, doza çaran yan vaksîna xurtker berxwedana dijî nexweşîya COVID li gor kesên bi sê vaksînan di car zêdetir dike.

Lêkolîneke Navenda Saxlemî ya ya Îsraîlî hefteya borî derxistibû ku doza çaran ya vaksînê parastina bedena mirovan hildide asta bilind, lê dîsa jî têrê nake ku bi tevahî pêşîya cureya omicron ya vegir bigire.

Îsraîlê, bi zêdebûna pêketîyên cureya omicronê, destpêka vê mehê dest bi vaksînkirina doza çaran ya Pfizer/BioNtech kiribû.

XS
SM
MD
LG