Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR Dibêje di Êrîşa Îsraîlê de li Sûrîyê 2 Kes Hatine Kuştin


Weneyek pîştî êrîşek esmanî ya Îsraîlê dijî armaceke li Sûrîyê (Arşîv, Gulana 2022’an)
Weneyek pîştî êrîşek esmanî ya Îsraîlê dijî armaceke li Sûrîyê (Arşîv, Gulana 2022’an)

Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê îro Sêşemê ragihand ku Îsraîlê êrîşeke esmanî birîye ser li cîhekî nêzî derdora bajarê beravê ya Banîyas, ku bûye sedema zarara madî, lê ti ziyanên canî çênebûye.

Lê, Çavdêriya Sûrî jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku li wê cîhê ku Îsraîlê armanc kiriye milîtanên koma çekdar Hîzbullaha Lubnanê hebûn û di êrîşê de herî kêm 2 kes katine kuştin.

"Herî kêm 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû, di êrîşeke dronî ya Îsraîlê de li ser otomobîleke Hîzbullahê" li nêzî kontrolê ya artêşa Sûrîyê ya nêzî sînorê bi Lubnanê re," Serokê SOHR’ê Ramî Ebdil Rehman got.

Jêderekî nêzî Hîzbullaha Lubnanê got ku parastvanê berê yê serokê Hizbullahê Hasan Nasrallah di êrîşê de hatiye kuştin, ku paşnavê wî wek Qernebaş ragihand.

Hîzbullahê jî di daxuyanîyekê kuştina çekdarekî xwe yê bi heman paşnavê dîyar kir. Hîzbullaha Lubnanê ji alîyê Îranê ve tê piştgirî kirin.

Artêşa Îsraîlî ser vê êrîşê ti daxuyanî nedaye.

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê di 2011’an de û vir ve, Îsraîlê bi sedan êrîş pêk anîne ku wek armancên girêdayê Îranê pênase dike, dema ku bandora Tehranê ji bi piştgirîkirina Serok Beşar Esad, zêde bûye.

Îsraîl bi piranî dijî çeperên artêşê û çekdarên Îran piştgirîya wan dike, ku di nav de Hîzbullaha Lubnanê jî heye.

Karbidestên Îsraîlî kêm caran ser êrîşên li Sûrîyê diaxifin, lê bi berdewamî dibêjin ku wê rê nedin dijminê mezin Îran hebûna xwe li Sûrîyê xurt û berfireh bike.

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûrîyê di demên dawî de zêde bûne, piştî destpêkirina şerê li Gaza di 7’Cotmeha 2023’an de.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG