Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îsraîlê Serdana Îmaratên Erebî Dike


Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett got ewro roja Yekşemê ew diçe Mîrgehên Yekgirtî yên Ereban, û ew yekem serdana fermî ya serokwezîrekî Israîlî ye ji dema ku wan têkiliyên dîplomatîk sala borî pêkanîbûn.

Ofîsa Bennettî di daxuyaniyekê da got: "Serokwezîr Naftali Bennett dê îro Yekşemê serdana Mîrgehên Yekgirtî yên Ereban bike, Tê çaverêkirin ku Serokwezîr sibê digel Şahê Ebû Dabî Şêx Mihemed Bin Zayed bicive." .

Serdana Bennett roja Yekşemê dê bibe ya yekem ya serokwezîrekî Îsraîlî bo yek ji wan çar welatan, yên ku têkiliyên dîplomatîk pêkanîne.

Ev serdane di demekê da çêdibe ku alozîyên herêmê zêde bûne dema ku hêzên cîhanê hewl didin peymana navokî ligel Îranê nû bikin û Îsraîl û hinek welatên Erebên Kendavê li ser çalakiyên Îranê yên li herêmê nerihetin û nîgeraniya xwe tînin ziman.

XS
SM
MD
LG