Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cara Yekê Serokwezîrekî Îsraîlê Serdana Behreynê Kir


Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennet li firîngeha Ben Gurion, Tel Avîv, berî ku berê xwe bide Behreynê, 14'ê Sibatê, 2022.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennet li firîngeha Ben Gurion, Tel Avîv, berî ku berê xwe bide Behreynê, 14'ê Sibatê, 2022.

Di serdaneke dîrokî de, Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennet îro Duşemê gihişte Behreynê da ku li dirêjîya du rojan ligel Prensê Cîgir û Serokwezîrê Behreynê Salman bin Hemed al Xelîfa hevdîtinan pêk bîne.

Ev serdan nîşana germbûna peywendîyan e di navbera herdu welatan de ji dema ku sala 2020'an li jêr Rêkeftinên Abraham têkilîyên xwe destpê kir. Ew rêkeftin bi pêşengîya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump hatibûn holê.

Wekî beşek ji wan rêkeftinan, Îsraîlê herwiha peywendîyên xwe yên fermî ligel Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat), Sûdan û Mexribê jî destpê kir.

“Rêber dê rêkên bêtir jibo xurtkirina peywendîyên dualî gotûbêj bikin, bi taybet pêşxistina pirsgirêkên diplomatîk û aborî, ligel dana girîngîyê bo teknolojî û afirandinê,” ofîsa Bennet di daxuyanîyekê de got.

Serdana serokwezîrê Îsraîlê bo Behreynê di demekê de tê ku girjîya li herêmê zêde dibe. Husîyên ku Îran pişta wan digire vê dawîyê mûşek avêt Îmaratê. Herwiha Amerîka Îranê bi wê yekê tawanbar dike ku ew êrîşî embarên li nav û derdora Kendava Farisî dike.

Berî Bennet jî, Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Benny Gantz li paytexta Behreynê, Manama, vê mehê ligel karbidestên Behreynî kom bûbû.

Herdu welat herwisa peywendîyên xwe yên aborî kûr dikin. Bazirganîya di navbera Îsraîl û Behreynê de sala borî gihişt 6.5 mîlyar dolar. Herwiha, geştên esmanî yên dîrekt di navbera herdu welatan de jî destpê kirine.

Hêjayî gotinê ye ku Şîa yên Behreynê, ku piranîya rûniştvanên welêt in, jiber peywendîyên ligel Îsraîlê rexneyan li desthilatdarîya Sunnî dikin.

XS
SM
MD
LG