Îsraîlê îro Pêncşemê ferman da Filîstînîyên sivîl ku ji çar bajarokên li başûrê Gaza derkevin.
Di belavokên ku bi şev ji firokan hatin avêtin de, ji sivîlan hat xwestin ku ji bajarokên Benî Şuhêla, Xuza, Ebasan û ji Qerera bajarokê serekî yê başûr demûdest derkevin.
Li bajarokên ku di dema aştîyê zêdetirî 100 hezar mirov dijîn, niha bi deh hezaran kesên din yên ku ji heremên din revîne, hene.
Bi vê biryara Tel Avîvê fikar zêde bûne ku şer wê li heremên din berfireh be û berê gotibû ew dever ewle ne.
Îsraîl berîya niha ferman dabû ku nîvê bakurê Gaza were vala kirin, berî ku di dawîya Cotmehê de dest bi operasyonên bejayî bike.
Hejmarên mezin yên Filîstînîyan her roj di bin çavê leşkerên Îsraîlî de di nav şeş saetan de navberên taktîkî de hewil didin kuherin everên ewletir.
Heta niha rûniştvanan bakurê Gaza her roj bi komî di bin çavderîya hêzên Îsraîlî de, di navberên bi şeş seatan de hewl didin ku derbazî başurê Gaza bin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje dora du ji sêyan ji 2.3 mîlyon rûniştvanên Gaza bê mal mane ku piranîya wan revîne deverên din.
Çekdarên Hamasê di 7ê Cotmehê de di êrîşeke li bajarên başûrê Îsraîlê de 1200 kes kuştin û nêzîkî 240 kes jî wek dîl revandibûn Gazayê.
Îsraîlê ji wê demê heta niha êrîşên esmanî dibe ser Gaza û xwarin û şewit qut kiriye.
Karbidestên saxlemî yên Gaza, ku ji alîyê NY ve pêbawer têne dîtin, dibêjin ku bêtirî 11 hezar Filîstînî hatine kuştin ku ji % 40 ji wan zarok in.
Jêder: Reuters