Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Ketina Firoka F-16, Îsrail Êrîşên Berfireh Dibe Ser Sûriyê


Hêzên ewlekariya Îsrailê li cem bermayên firoka F-16 Ii gundekî nêzîk Harduf 10.02. 2018.
Hêzên ewlekariya Îsrailê li cem bermayên firoka F-16 Ii gundekî nêzîk Harduf 10.02. 2018.

Şemiyê hêzên esmanî yên Îsrailê êrîşên berfireh birin ser hin armancan li Sûriyê, leşkerê Îsrailê dibêje, êrîşên wan li dij hêzên bervaniya esmanê Sûrî û armancên Îranê pêk hatine.

Di lêkolînek destpêkê de Îsrail dibêje, dibe hêzên dije esmanî yên Sûrî firoka wan ya F-16 xist be, lê hêjî ev yek nehatîye tekez kirin.

Sûriya dibêje, hêzên wan yên esmanî firokek cengê ya Îsrailê F-16 hingaftiye û li Bakurê Îsrailê ketîye xwar, ev buyer dê bibe sedema aloziyek mezin di navbera herdu aliyan de.

Îsrail dide zanîn ku, armanca firokên wan li Sûriyê bingehê firokên bê firokevanin yên Îranê li Sûriyê, Îrana li Sûriyê xwe bihêz dike û piştevaniyê dide rejîma Sûrî di şerê navxweyî yê li wî welatî, herwiha gotiye, firokên wan êrîş birin ser Sûriyê piştî firokek Îranê ya bê firokevan, Şemiyê zû li hindavî Îsrailê xistî xwar.

Hevpeyaniya leşkerî, yaku piştevaniya rejîma Beşar Esed dike red dike, ku firokek wan ya bê firokevan bihavê esmanê Îsrailê bezand be, di daxûyaniya wan de hatîye ku, Îsrailê êrîş biriye ser bingeha firokên bê firokevan li Sehra Himis. Weke di daxûyaniyê de hatî "Îsrail dê bersivek giran û cidî bibîne", lidij "terora"wê ji nihe û şûn de.

Peyvdarê leşkerê Îsrailê jî dibêje, ew naxwazin li herêmê balozî zêde bibin, lê ev çalakiya wan "bersivdaneke li hember rewişta Îranê ya dojminkarî".

XS
SM
MD
LG