Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Me Endamekî Payebilind yê Hamasê li Lubnanê Kuşt


Başûrê Lubnanê- Tyre 13, 2024.
Başûrê Lubnanê- Tyre 13, 2024.

Artêşa Îsraîlê îro Çarşemê ragihand ku di êrîşeke dornî de li Lubnanê wan endamekî payebilind yê Hamasê kuştîye.

Artêşa Îsraîlî dibêje kesê hatî kuştin Hadî Elî Mistefa li başûrê Lubnanê hat kuştin.

Mistefa li bajarê Sor yê Lubnanê armanc hat girtin û ew berpirse ji êrşîên ser Îsraîlê û cihûyan li seranserî cîhanê.

Peyvdarê Artêşa Îsraîlê bo medya Erebî Avichay Adraee li ser platforma X'ê nivîsî "Hêzên Berevaniya Îsraîlê endamekî navendî yê Hamasê li devereke Lubnanê, ku li seranserê cîhanê çalakiyên terorîstî li dijî armancên Israîlî teşwîq dikir, hat ji nav birin."

Artêş di daxuyanyê de dibêje, "Îro danê sibê li herêma Tyre ya Lubnanê, balefireke Îsraîlê êrîşî Hadî Elî Mistefa kir ku endamê payebilind yê rêxistina terorîst ya Hamasê ye li derveyê welat."

Daxuyaniya Artêşa Îsraîlê dibêje "Hadî Mistefa berpirs bû ji arastekirina şaneyên têkder û çalakiyên meydanî ji bo êrîşkirina ser armancên Îsraîlî û Cihûyan li welatên cuda li cîhanê.

Ew di heman demê de hêmanek sereke bû di beşa avakirina rêxistinê de, ku bi fermandariya Samir Fandî tê birêvebirin, ku hevalekî nêzîk yê Salih El-Arûrî ye, yê ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatî ji nav birin, weke daxuyanî dibêje.

Herwiha dibêje ewê "Artêşa me her tim li dij tevgeriyan û çalakiyên Hamasê ya terorîst be di her qadekê de."

Artêşa Îsraîlê dîmenên vîdyoyekê weşandin ku ji aliyê Reutersê ve hatîye piştrast kirin lê dema wê ne diyare, otombilek dema li ser rêyeke giştî diçe rastî êrîşekê tê û otombîl têkda dibe agir û paşî radiweste.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG