Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl bi Pêşniyara Amerîka Razîye Lê Hamasê Hîn Bersiv Nedaye


Berpirsên Amerîkî, Îsraîlî û Qeterî pirsa agirbesta li Gazayê gotûbêj dikin
Berpirsên Amerîkî, Îsraîlî û Qeterî pirsa agirbesta li Gazayê gotûbêj dikin

Rojnameya Îsraîlî "Haaretz" li ser zarê karbidestekî payebilind yê Îsraîlî ku nexwest navê wî eşkere bibe, ragihand ku şanda danûstandinan ya Israîlî li Qeterê "bi pêşniyareke Amerîkî razî bû" derbarê rêjeya girtiyên filistînî yên ku dê li şûna azadkirina dîlên Îsraîlê de bihên berdan, lê "Hamas hîn bersiv nedaye."

Li gorî rayedarê Îsraîlî, di pêşnûmeya peymanê de dê 40 dîlên Îsraîlî werin berdan yên ku di êrîşên Hamasê de li 7ê Cotmehê bo ser Îsraîlê de hatibûn revandin û ew birbûn Gazayê.

Wî got "Hîn jî em nêzîkî rêkeftinê nebûne... lê danûstandin dom dikin."

Saziya Ragihandina Îsraîlî "Makan" di raportekê de tekez kir ku, "Amerîka pêşniyarek danî ser maseya danûstandinan, ku Îsraîl razî bû, lê Hamas heta niha helwesta xwe derbarê wê yekê eşkere nekiriye."

Makan wiha got "Li Îsraîlê baweriyek heye ku bersiva Hamasê ya ji bo pêşniyarên ku hatine kirin dê di nav 48 saetan da bê dayîn."

Roja Înê serokê saziya îstixbarata Îsraîlî Mossad'ê David Barnea bi serokatiya şandeke Israîlî di serdana xwe ya duyem de di nava heftiyekê de gihîşt Dohayê, da ku hevdîtinên nû bi navbeynkaran re derbarê pêkanîna agirbestê bi Hamasê re pêk bînin, ku di lîstsa terorê ya Amerîka û hin welatên din de ye.

Lê li gorî "Makan" ya Îsraîlî, "piştî şêwirînê hin biryar hatine girtin," bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re, biryara vegerîna ji Dohayê da ya her yek ji Barnea, Serokê Dezgeha Îstixbarata Giştî ya Shin Bet Ronen Bar, û berpirsê dosyaya rehîneyan di artêşa Îsraîlê de, general Nestan Alon, lê tîma danûstankar ya din dê bimîne jibo domandina danûstandinan.

Li gorî Haaretz, Hamasê gotiye ev "lîstineke Îsraîlê ye jibo domandina şer", û gotîye ku pêşniyara Amerîka ya peymanê "dawîanîna şer misger nake".

Li gorî Haaretz çavdêr dibêjin, bo pêkanîna peymanê û agirbestê gelek xalên nakokbar hene yên weke, çawaniya belavkirina alîkariyên mirovahî, berdana hejmara rehîneyan û filistîniyên girtî, herwiha pirsa vegerîna Fîlistiniyên ji kerta Gazayê koçber bûne.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Amerîka, Qeter û Misir navbeynkariya danûstandinên di navbera Îsraîl û Hamasê de dikin, bi mebesta pêkanîna agirbestê û azadkirina rehîneyên ku li Gazayê di berdêla berdana girtiyên filistînî yên li Îsraîlê de ne.

XS
SM
MD
LG