Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bertekên Îsraîl û Hamasê Derbarê Rizgarkirina 4 Rehîneyan


Xizmên rehîneyên hatine rizgarkirin, li Sheba Tel-HaShomer Medical Centre.
Xizmên rehîneyên hatine rizgarkirin, li Sheba Tel-HaShomer Medical Centre.

Di yekem şiroveyê de derbarê azadkirina 4 rehîneyên Îsraîlî bi saxî yên ku li Gaza di dest Hamasê de bûn, û roja Şemiyê hatin rizagrkirin, karbidestekî Hamasê amaje bi wê yekê kir, ku ev operasyon ji bo Îsraîlê "şikestine, ne destkeftin" e.

Rayedarê Hamasê ji Reuters'ê re got, "Piştî 9 mehan azadkirina 4 rehîneyan ji aliyê Îsraîlê ve belgeya têkçûnê ye, ne destkeftinê ye."

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê roja Şemiyê 4 dîl ji du cihên cuda li herêma Nuseyrat ya navenda Kerta Gazayê bi saxî rizgar kirin.

Avichay Adraee peyvdarê bi navê artêşa Îsraîlê bo medya Erebî di peyamekê de di platforma X'ê de got "Ev çar Îsraîliyên revandî ne ku îro ji dilê Gazayê hatin rizgarkirin. Silav û rêz ji bo leşkerên me yên leheng.

Ji bo ku hemû kesên hatine revandin vegerin welatê xwe em ê her tiştî bikin." Avichay Adraee got.

Di vê navberê de, çaverê bû ku wezîrê kabîneya şer ya Îsraîlê Benny Gantz, ku li sîyaseta navendê ye, îro Şemiyê daxuyanî bide û kar vekişîna xwe ji hikûmeta Netanyahu ragihîne.

Lê piştî ku artêşê rizgarkirina 4 dîlên di dest Hamasê ji Gaza ragihand, Gantz daxuyanî paşxist.

Gantz meha borî heta 8’ê Hezîranê dem dabû serokwezîrê konservatîf ku ser Gaza, ku Îsraîl têde dijî Hamasê operasyoneke hilweşîner dimeşîne, planeke siberojê ragihîne.

Piştî nûçeyan ragihand ku hêzên Îsraîlî li Gaza 4 rehîneyên Îsraîlê sax rizgar kirine berdevikên Gantz ragihand ku daxuyanî hatiye paş xistin, lê ti dem jî neda.

Gelê Îsraîlê di nava welat de û li derve bi germî û kêfxweşî pêşwazî li azadkirina 4 rehîneyan kirin.

Di medya Îsraîlê ya fermî û medya civakî de gelek nûçe ser bûyerê hatin weşandin, Hesaba X ya bi navê 'Îsraîl' got " Li Atînayê paytexta Yunanistanê bi hezaran Îsraîlî li rizgarkirina çar dîlan pîroz dikin."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji aliyê xwe ve got ku Îsraîl teslîmî terorê nabe û ew "bi jîrmendî û wêrekî" kar dike ji bo vegerandina rehîneyên li Gaza yên di destê Hamasê de.

Netanyahu wiha li axavtina xwe zêde kir û got "Em ê di pêşerojê de jî vê yekê bikin. Heta ku em erka xwe temam nekin û hemû rehîneyan çi sax çi mirî ne vegerînin welatê xwe em ê rehet nebin."


Serokdewletê Îsraîlê Îshaq Herzog jî bi bi Noa Argamanî re jina ku di nav 4 rehînên rizgarkirî de bû axivî û vegera wê ya welatê pîroz kir.

Jêder: Reuters, Ap, AFP

Hin pêzanînên di raportê de ji mediya civakî û hesabên fermî hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG