Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Dê Dem Were ku Îsraîl û Îranê Bibin Hevalbendên Dilsoz

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîr Îsraîlê Benjamin Netanyahu, îro Yekşemê di civîna kabîneya hikûmeta xwe de axivî û di axiftina xwe de giringî da geşedan û xwepêşandanên seranserî Îranê.

Wî li ser platforma X'ê ya seroktîya wezaretê de çend daxuyanî ser rewşa niha ya Îranê û xwepêûandanên gelêrî weşandin.

Benjamin Netanyahu, di destpêka civîna hikûmetê de got:

"Îsraîl bi baldarî bûyerên li Îranê diqewimin, dişopîne. Xwepêşandanên ji bo azadîyê li seranserê welêt belav bûne.”


"Gelê Îsraîlê û tevahiya cîhanê ji mêrxasîya mezin a welatîyên Îranê matmayî dimînin."

Îsraîl piştgirîyê dide berxwedana wan a ji bo azadîyê. Îsraîl kuştinên girseyî yên sivîlên bêtawan bi tundî şermezar dike.

"Em hemî hêvî dikin ku miletê Îranê di demek nêzîk de ji zordarîyê rizgar bibe, û ew dem were ku Îsraîl û Îran dê careke din bibin hevkarên dilsoz di avakirina pêşerojek geş û aştîyane de," Netanyahu got.

XS
SM
MD
LG