Qesra Spî derbarê êrîşên esmanî yên Îsrailê bo ser çekdarên Îranê û leşkerên Sûriyê, daxûyaniyek weşand û dibêje"Îsrail hevpeymana bihêz ya Amerîka ye" wê ew maf heye berevaniyê ji xwe bike û li dij çekdarên Îranê yên li Sûriyê dimînin, êrîşan pêk bîne.
Daxûyanî dibêje, Îsrailê Şemiyê di êrîşên esmanî de 12 armancên Îranê û Sûriyê li wî welatî bombebaran kir bûn, Îsrailê ew êrîş pêkanîn piştî hêzên dije esman yên Sûriyê firokek cengê ya Îsrailê aramnc girt bû dema ji Sûriyê vedigera û di nava axa Îsrailê de ket bû xwar, pêşwext Îsrailê dabû zanîn ku wan firokek bê firokevan ya Îranê xistiye xwar, dema serweriya esmanê Îsrailê binpêkir bû.
Îsrail dibêje, wan êrîşî ser bingehên firokên bê firokevan yên Îranê kiriye li Sûriyê.
Daxûyaniya Qesra Spî dibêje"divê Îran û hevpeymanên wê dest ji karên provokatîv berdin û kar jibo aştiya li herêmê bikin".
Serok Hikûmetê Îsrailê Benjamin Netanyahu Yekşemê gotiye"Emê berdewam zirarê bigehînin wan aliyan yên ku zirarê digehînin me", Netanyahu dîsan dibêj"siyaseta me eve" û dê berdewam bîn liser vê siyasetê.
Ji hejî bîrxistinê ye ku, wezîrê berevaniya Amerîka Jim Mattis Şemiyê di axiftinek xwe de got bû, Îsrailê li hember dojminkariyan mafê berevanî ji xwe kirinê heye.