Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê: Hêzên Me Serkirdeyekî Payebilind ê Hemasê li Libnanê Kuşt

Leşkerên Îsraîlê li ser sînorê Îsraîl - Libnanê
Leşkerên Îsraîlê li ser sînorê Îsraîl - Libnanê

Wezareta Berevanî ya Îsraîlê roja Yeşemê ragihand ku hêzên wan Welîd Mihemed Dîb, berpirsekî payebilind ê beşa darayî ya Hemasê li Libnanê aramncgirt û ew jinav bir.

Di hesaba xwe ya platforma X’ê de Yerkîneyên Berevanîya Îsraîlê dibêje, "Dîb li wezareta darayî ya navendî ya Hemasê kar dikir, karê wî veguhastina pereyan bû ji Kenara Rojava û Libnanê û welatên din bo rêxistina Hemasê."

IDF dide zanîn ku her weha "Welîd Mihemed Dîb, terorîst ji Sûrîyê û Libnanê peyda dikirin."

Her weha Artêşa Îsraîlê ragihand ku Hêza wan a 36 operasyonên xwe yên bejayî yên li dijî armancên sereke li başûrê Libnanê didomîne.
Daxyuanîya artêşa Îsraîlê dibêje, "leşkerên Îsraîlê di van operasyonan de karîn zêdetirî 10 endamên Hizbullahê yên ku rasterast li hêzên me gef dixwarin ji holê hatin rakirin. "
Li alîyek din, Leşkerê Îsraîlê di peyamek din a ser X’ê de dibêje "Di êrîşa Îranê ya li ser bajarê Aradê ya duh êvarê de zêdetirî 80 kes birîndar bûn."

The Time Of Israel dibêje, di êrîşên rejîma Îranê yên ser Arad û Dimon de "Nêzîkî 200 kes birîndar bûn, birîna 11 kesan girane. "

XS
SM
MD
LG