Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Piştgirîyê dide Biryara Sepandina Dorpêça Deryayî li ser Îranê

Serokwezîrê Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Duşemê got ku welatê wî bi tevahî piştgirîyê dide biryara serok Donald Trump a sepandina dorpêça deryayî li ser Îranê.
Serokwezîr Netanyahu di civîna kabîneya Hikûmetê de axivî û got ku hikûmeta wî bi tevahî bi Washingtonê re di hevkarîyê de ye.

"Îranê qanûn binpê kirin, ji ber vê yekê Serok Trump biryar da ku dorpêça deryayî bisepîne," Netanyahu di civîna kabîneyê de got.

Netanyahu di vîdyoyekê de ku ji hêla ofîsa serokwezîr ve hatîye weşandin got, "Em bi tevahî piştgirîyê didin vê helwestê û ji her demê bêtir bi Amerîkayê re di hevrêzîya berdewam de ne."

Netanyahu her weha got jî ku "agirbesta bi Îranê re dibe ku di demek kurt de bidawî bibe."

Ev axiftinên serokwezîrê Îsraîlê di demekê de tên ku danûstandinên Amerîkî û Îranî li Pakistanê bê encam bi dawî bûne, û Amerîka biryar daye ku dorpêçên deryayî li ser hemî liv û tevgerên deryayî yên bi avên herêmî û benderên Îranê ve girêdayî ne bisepîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG