Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Serxwebûna Kurdan Rewa Dibîne


Serok Hikûmetê Benjamin Netanyahu
Serok Hikûmetê Benjamin Netanyahu

Serok Hikûmetê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Çarşemê ragihand ku, ewê avakirina dewleta Kurdî nas bikin, li wî çaxê ku, kurdên Îraqê hewil didn Referanduma Serxwebûnê encam bidin, ajansa Reuters jî cih daye daxûyaniya Netanyahu.

Ev cara yekê ye bi şêweke fermî berpirsekê Îsraîlê bi eşkere piştevaniya xwe ji bo dewleta Kurdî radigihîne. Îsraîlê ji salên 60an têkiliyên veşartî yên Îstîxbaratî di warê leşkerî de li gel kurdan hene.

Masûd Barzanî serokê herêma Kurdistana Îraqê doh roja Sêşemê tekez kir ku, ewê roja 25î vê mehê referandumê encam bidin.

Netanyahu di daxûyaniya xwe de ku, bi rêya ofîsa xwe ji rojnamevanên biyanî re şandîye dibêje "Îsraîl hewildanên gelê Kurd ji bo avakirina dewletê rewa dibîne".

Di daxûyaniya Netanyahu de hatiye ku, Îsraîl Partiya Karkerên Kurdistan PKK'ê ku, bingeha wan li Tirkiyê ye weke rêxistinek terorist dibîne, ev helwesta Îsraîlê derbarê PKK de, weke helwesta Tirkiyê, Amerîka û Yekêtîya Ewrupa ye.

Lê generalekî xanenişîn yê Îsraîlî li Washington got bû, Ew nabîne PKK ya ku, zêdetirî 30 salane şerê Tirkiyê dike rêxistinek terorist be.

Welatên rojavayî di trisin referanduma herêma Kurdistanê bibe sedem ku, bandorê li şerê navnetwî yê li dij DAIŞ'ê bike.

Netanyahu di peyama xwe ya li hember civata giştî ya Netewên Yekbûyî de li 19î Septembera sala 2014an got bû, ew serxwebûna Kurdan rewa dibînin, daxûyaniya vê dawiyê jî, tekez kirine ya piştevaniya Îsraîlê ya avakirina dewleta Kurdî.

Heta amadekirina vê nûçeyê reaksiyonek derbarê daxûyanaiya Netanyahu ji Bexda dernektiye, wek tê zanîn ti têkiyên dîplomasî di navbera Îraq û Îsraîlê de nînin.

Welatên li herêmê, Tikiye, Îran û Sûriye li dij referanduma herêma Kurdistana Îraqê radiwestin, ji ber ku, ew ditirsin kurdên di nava wan welatan de jî heman daxwazê bikin.

XS
SM
MD
LG