Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nirxandina Serdana Lindsey Graham bo Îsraîlê

Serokwezîrê Îsrîalê B. Netanyahu û Senator Lindsey Graham
Serokwezîrê Îsrîalê B. Netanyahu û Senator Lindsey Graham

Senatorê Amerîkî yê naskirî Lindsey Grahma piştî konferansa Munich ya ewlekarîyê serdana Îsraîlê kir û bi berpirsên payeblind ên Îsraîlê re kom bû.

Serokwezîrê Îsraîlê roja Dûşemê ragihand ku wî li ofîsa xwe ya Orşelîmê pêşwazî li senator û dostê gelê Îsraîlê Lindsey Graham kirîye.

Herwiha wezîrê derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar di peyameke kurt a X'ê de got ku "ligel hevalê hêja Graham me civînek pêkanî."

Senator Lindsey Graham di demek kirîtîk de serdana Îsraîlê dike dema ku gera yekê ya danûstinadnên Amerîka û Îranê yên nerasterast hatbûn destpêkirin. Herwiha roja Sêşemê 17ê Sibatê jî gera duyemîn li Cinêvê pêkhat.

Nûnerê Taybet ê Amerîka Steve Witkoff û Şêwirmendê nefermî Jared Kushner serokatîya şandeya Amerîka û wezîrê derve yê Îranê Ebbas Eraqçî serokatîya şandeya rejîma Îranê dikirin, civîn bidawî hatin lê hûrgilîyên gera dûyan heta niha ne hatine ragihandin.

Lindsey Graham, senatorê Komarî û kesê nêzîkî serok Trump weke dostê nêzîk yê Îsraîlê, kurdan û pêkhateyên li herêma rojhilata navîn tê naskirin.

Ser giringîya serdana Lindsey Graham a Îsraîlê, Şirovekarê Pirsên Siyasî û pisporê pirsên Îran û Îsraîlê Hemîd Mecîd Tatkî ku li Hamburg a Almanîya dimîne gote Dengê Amerîka "Piştî konferansa Munich û serdana Graham a Îsraîlê her hemî girêdana wê bi gera yekê û ya duyan a danûstandinên nerasterat ên di navbera Amerîka û Îranê de heye."

Hemîd Mecîd Tatkî
Hemîd Mecîd Tatkî

Wî got çûna Lindsey Graham têkilî bi "hevdîtina hefteya borî ya serok Trump û serwokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ve heye, ku ewê gelek pirsên di wî warî de zelal bike. "

Tatkî dide zanîn ku di hin medyaya çep û a navnetewî de hat weşandin ku pirsgirêk di navbera serok Trump û Netanyahu de heye û li ser gelek mijaran ne lihev in, "ev yek ne rast e. Dibe ku stratejî û berjewendî û nêrînên herdu welatan ne yek bin lê derabrê Îranê û pirsên stratejîk ên herêmê, Amerîka û Îsraîl wek yek tev digerin û serdana Graham jî tekezîyê li ser wê yekê dike."

Tatkî behsa dilsozîya beşek zêde ya endamên Kongres û senatorên Amerîkî ya Îsraîlê dike, û Senator Lindsey Graham weke mînak tîne û dibêje "Ji bo tekezkirina ku alîgirekî tund yê Îsraîlê ye, piştî êrîşa 7 Oktoberê ya ser Îsraîlê ev 6-7 carin Graham serdana Îsraîlê dike û her carê jî soz dide Îsraîlê ku Amerîka hevalbendekî bihêz bimîne."

"Heta dema tîma Biden a aştîya Xezeyê de jî Graham serdana Îsraîlê kir û soza piştevanîyê da wan," şirovekar Hemîd Tatkî got.

XS
SM
MD
LG