Artêşa Îsraîlî îro Şemiyê ragihand ku hêzên wê yên esmanî operasiyon li zêdetirî 50 cih li Kerta Gaza û Lubnanê kirine armanc.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, "Bi dehan çekdar hatin kuştin û gelek alavên şer jî hatin têkbirin."
Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku "firqeya 162 li devera Cebeliyê di tevgera xwe de berdewam e û di rojên borî de bi dehan çekdar ji navbirin" û hêzên wan depoyeke çekan jî li deverê dîtin û wêran kirin, weke daxuyanî radigihîne.
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî roja Înê got ku ji sedî 70ê kesên ku di şerê Gazayê de hatine kuştin jin û zarok in, û tiştê ku wê wekî binpêkirina sîstematîk a prensîbên bingehîn yên yasaya mirovî ya navneteweyî binav kir û ew kiryar hatin şermezar kir.
Ji dawiya Îlonê ve, Îsraîlê êrîşên xwe yên esmanî tundtir kiriye û dest bi operasyonên bejayî li Lubnanê kiriye, nêzîkî salekê piştî danûstandina bombardimankirina sînor bi Hizbullahê re, ku Îran piştgirîya wê dike.
Hizbullah ji bo Gazayê "eniya piştevaniyê" vekir, piştî ku di Cotmeha 2023an de şerekî di navbera Îsraîl û Hamasê de derket, dema milîtanên Hamasê 7ê Cotmehê êrîş li dij herêmên Îsraîlê pêkanî û 1200 kes kuştin ku piraniya wan sivîl bûn û nêzî 250 kes jî wek rehîne bi xwe re birin Gaza.
Saziya tenisrustî ya li Gaza li jêr kontrola Hamasê de ye ragihand ku ji demê êrîşên Îsraîlê bo ser gaza destpêkirine heta niha hemara kuştiyan gihştî ye zêdetî 43 hezar kesan.
Bi navbeynkariya Amerîka, Qatar û Misrê hewildan hene ku agirbestek çê bibe, şer rawest û dîlên Îsraîlê serbest werin berdan lê heta amadekirina vê raportê ti encamek zelal derneketî ye.
AFP îro Şemiyê ragihand ku hin jêderek dîplomasî ku nexwest navê were zanîn gotîye ku Qatar biryara girtina ofîsa siyasî ya Hamasê daye û xwe ji danûstandinan vekişand.