Serokê Rusyayê Vladimir Putin Çarşame li ser telefonê bi Serokê Tirkîye Recep Tayyip Erdoğan re axivî û bang li Israîl û Filistinîyan kir ku şer û pevçûnê rawestînin. Erdogan ji got ku divê dinya bersiveke "bihêz" bide Îsraîlê.
Di daxuyanîya Kremlinê de hat gotin ku "Metirsîyekê cidî ji ber wê alozîyê derdikeve holê û jimarekê mezin ya mirovan tên kuştin û birindar kirin" her wiha Kremlin got Serok Putin "banga rawestandina alozîyê ji her du alîyan re kir û di nav aramîyê de pirsgirêkan çareser bikin."
Arteşa Israilî roja Duşemê bi sedan erîşên esmanî li diji Gazayê pek anîn ku Hamas û milîtanên din bi erîşen muşekan yên li diji bajarên Israîlê bersîv dan.
Ev jî alozîya herî xerab ya heft salan de, ku 50 kes ji despêka alozîya roja Inê û vir ve hatine kuştin.
Di demekê de ku Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî (NY) alozîya Israil-Filistinê berbiçav dike, serokê Tirkiyê Erdogan ji serokê Rusyayê Putîn re got ku divê dinya bersîveke xûrt bide Îsraîlê.
Erdogan ku piştevanîya kêşaya Filîstînê dike, bi hewldanên xwe yên dîplomasîyê li gel rêberên heremê diaxive û Îsraîlê şermezar dike ku ew kiryarên Israîlê bi "teror" binav dike.
Erdogan ji Rusyayê re got ku wekî endamekê mayînde yê Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî divê "Rûsya peyamekê bibiryar û zelal li hember Israîlê bistîne da ku erîşên xwe bidawî bike."
Çavkanîyên diplomasîyê dibejin, îro roja çarşemê Konseya Ewlehîya NY dê civînekê lezgîn lidarbixe, ku dê dibe duyêmîn civîn di nav sê rojan de.
Civîna yekem roja duşêmê hat lidarxistin, lê daxuyaniyeke hevbeş nehat belavkirin, ku Amerîka ji nexwestîye tevlî daxuyanike ku ji alîye Norveçe ve hatiyê peşnîyar kirin bibe.
Di despêka alozîya Israil û Filîstîn de, tevî ku li Tirkiyê qedexeya derketina derva ya jiber vîrusa koronayê heye, lê dîsan xwepeşandanên girseyî bo piştevaniya Fîlistinyan li çend bajarên Tirkîyê weke Istanbul û Ankara hatin lidarxistin.