Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Niha Yê Îsraîl Û Filîstîniyan ji Yên Berê Çi Cûdayî Hene?


Kerta Gaza
Kerta Gaza

Tevgera Hamas ya Filîstînî roja Sêşeme gef li Îsraîlê xwarin ku ewê êrişên muşekan yên li diji Tel Avive zêde bike di demekê de ku Îsraîl êrişên esmanî yên li dijî Gazayê berdevam dike.

Bi wan êrîşan hevîyên Amerîka, Misir û Qatar ku guftûgoyên agirbestê pêk tînin binpê dike.

Bi êrîşên esmanî yên Israêlê ku 10ê Gulanê despê kirbû, heta niha jimareke mezin ya Filistînî jiyana xwe ji dest dane, ku di nav de 60 zarok ji hene. Hejmara mirîyên Israilê, ji Filistînîyan kêmtir e, ku li wir ji ber êrîşên mûşekan yên Gazayê 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û yek ji wan zarok e.
Kêmbûna hijmara mirîyan li Îsraîl bi saya Sîstema Beravanîya li diji muşêkan e.

Ji bo pisporên heremê, ji aliyekî bi lêz gûrbûna tundûtûjîya niha suprîzeke. Lê ji alîyê din ve hin pispor dibejin ji ber sedemên eşkere ew tundûtûjî dihat çaverê kirin.

Girjîya di nav bera Israil û tevgerea Islamî ya Hamas ku bingeha wê li Gazaye di salên 2009, 2012, û 2014an de dîsa gûr bûbû. Lê pispor û dîplomat dibejin, şerê dawî ji şerên berê piçekî cûda ye.

Yossi Mekelberg, ku pisporê sîyasî ye li Rexistina Chatham House ya Britanî, dibeje, yek ji wan cûdahiyan ew e ku, Hamas cara yekem bi êrîşên muşekan heremên ku jimara xelkê te de zêdeye armanc digire.

Tevgera Hamas'ê

Diplomatên rojavayî goman dikin ku armanc girtina Orşelim/Qudsê ji alîye Hamase ve, dîyar dike ku di nav Hamasê de guhertinek çêbûye. Ew dibejin, cûdajhiya fikrê di navbera rêberên sîyasî û leşkerî yên Hamasê de heye. Rêberê sîyasî yê Hamasê Yahya Sinwar rîya dîplomoasîyê pês dixe ku li gel Îsrailê agirbesteke mayinde pêk were. Lê ji alîyek din dîplomat dibejin, rêberê leşkerî yê Hamas Mohammed Deif li gel rêberê giştî yê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh, ku bingeha wî li Qatarê ye, piştgîrîya pevcûnekê mezin dikin.

Di heman demî de, êrîşên esmanî yên Îsraîlê li diji Gazayê, ji alîyê hêzên navnetewî ve hat şermezarkirin ku hin rexnegir dibejin ew êrîş bê kontrol in. Hêzên Îsraîlê 1,180 xal aramnc girtin ku di nav de avahîyek hebû ku ofîsên medyayê Al Jazeera û ajansa Associated Press jê têde hebûn.

Îsraîl

Brîtanya bi eşkere Îsraîlê rexn kir ku berdevkê Serokvezîr Boris Johnson got “Em nerihetin ji raportên Netewêyên Yekbûyî ku tê de hat gotin ku 23 dibistan û 500 xanî û avahîyên medikalî zîyan dîtine. Divê Israîl çi ji destê bihê bike heta ku sîvîlan zirar nebînin".

Di cûdabûna pevçûna dawî ya di nav bera Îsraîl û Hamas de, ji pevçûnên berê ew e ku di nav bera welatîyên Ereb yên Îsraîl û welatîyên Cihû yên Îsraîlê de alozî derketin holê. Shalom Lipner, pisporê siyasî li think-thanka Amerîkî ya Atlantic Council ê, dibeje ew girjîya di nav bera wan herdu grûpan li Îsraîlê metirsîdar e.

XS
SM
MD
LG