Îsraîlê ragihandibû ku bi rêkeftineke bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re dest ji dersînorkirina bi hezaran koçberên Afrîqayî berdaye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, piştî çend demjimêr da zanîn ku peymana bi NY’ê re rawestandîye.
Netanyahu ji Facebookê xwe dîyar kir ku di jinûve şertên peymanê binêrin û rexneyên dijî peymanê binirxînin.
Ofîsa Netanyahu dabû zanîn ku Komîserîya Bilind ya Penaberan ya NY’ê dê hewil bide ku bi hin welatên Ewrupa re peymanekê îmza bike.
Netanyahu dîyar kiribû ku bi peymanê re 16250 koçber dê herin Kanada, Almanya û Îtalya.
Peyman, ji alîyê hin wezîrên Îsraîlê û hin komên din yên welêt ve bi tundî hatibû rexne kirin.