Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Îsraîlê Peymana bi Bahreynê re Pejirand


Parlamana Îsraîlê, peymana normalkirina peywendîyan bi Bahreynê re bi piranîya dengan pejirand.

Li gor ragihandina medya Parlamana Îsraîlê, di dengdanê de ji 120 parlamanteran, 62’yan gotiye ‘’erê’’ û 14’an jî gotiye ‘’na’’.

Medya Parlamana Îsraîlê neda zanîn ku çend parlamanter beşdarî dengdanê nebûne.

Bloka Lîsteya Ereb ya Hevbeş, ku Fîlîstînîyên hemwelatîyên Îsraîlê ne temsîl dike û bi 15 parlamanter e, dîyar kiribû ku ewê bo peymanê dengê ‘’na’’ bide.

Îsraîl, Bahreyn û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî di 15’ê Îlonê de li Qesira Sipî peymana normalkirina peywendîyan îmza kiribûn.

XS
SM
MD
LG