Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Ofîsên Kanala El-Cezîre Digire


Wezareta Ragihandinê ya Îsraîlê bi daxuyanîyekê ragihand ku ewê ofîsa El-Cezîre ya li wî welatî bigirin.

Wezîrê Ragihandinê Ayoub Kara dîyar kir ku dê nasnameyên medya yên nûçegihanên El-Cezîre betal bikin. Bi betalkirina nasnameyan, nûçegihan nikarin li Îsraîlê bixebitin.

El-Cezîre jî dîyar kir ku Îsrailê bo girtina ofîsên kanalê yên bi Erebî û Îngilizî dest bi xebatan kiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, heftaya borî bo girtina ofîsên El-Cezîre gef xwaribûn. Netanyahu dîyar kiribû ku ‘’El-Cezîre tundûtûjîya li Qudsê gur dike’’

Urdun û Erebîstana Saudî, ofîsên El-Cezîre, ku navend li Qatarê ye, girtibûn. Kanal û malperên El-Cezîre li Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Bahreynê qedexe ne.

Her çar dewlet, Qatarê bi piştgirîya terorê tawanbar dikin û li dijî wê ambargo ragihandine.

XS
SM
MD
LG