Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Îsraîlê Dê Roja Yekşemê Dengdana bo Koalîsyonê Çêke


Berdevikê Parlamana Îsraîlê ragihand ku meclîs dê roja Yekşemê ser pejirandina hikûmeta nû dengdanê çêke.

Bi vê dengdanê re dibe ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji desthilatê were gêrkirin.

Eger koalîsyona ku ji partîyên çepgir, rastgir û navendî û Ereb çêbûye were pejirandin, dê dawî li desthilata Netanyahu ya 12 salî were û dê Naftali Bennett yê neteweperwer were desthilatê.

Serokê Partîya Yesh Atid, Yair Lapid Çarşema borî dîyar kiribû ku wan bi Partîya Yamina re, ku Bennet yê rastgirê tundrê seroktîya wê dike, tifaqeke berfireh çêkiriye.

Li gor lihevirina wan ger koalîsyona wan were pejirandin dê berê Bennet û dûre jî Lapid serokwezîrîyê bike.

Bennet bang li Berdevikê Parlamana Îsrailê Yariv Levin, ku bi salan e nêzî Netanyahu ye, kiribû ku dengdana bo koalîsyonê çêke û ‘’li dû şopa’’ Netanyahu, nekeve.

XS
SM
MD
LG