Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bankên Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Peymana Hevkarîyê Îmza Dikin


Emirates NBD Bank ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û yek ji bankên mezin yên Îsraîlê, Bank Hapoalim peymana hevkarîyê îmza kirin.

Li gor daxuyanîya Ofîsa Medya ya Hikûmeta Dubaî ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, ew peymana her du bankan di wê qadê lihevkirina pêşî ye û dê dewama hevkarîyên aborî jî were.

Rêvebirê Emirates NBD Bankê Shayne Nelson dîyar kir ku bi îmzakirina peymanê re bankên wan bo kompanîyên li herêmê bûye hevkareke girîng.

CEO’yê Bank Hapoalimê Dov Kotler jî got ku ew peymana her du bankan dîrokî ye û ew dixwazin peywendîyan xurttir bikin.

Emirates NBD, ku li Dubaî banka herî mezin e, li welatên wek Erebistana Saudî, Misir û Bahreynê kar dike.

Serokê Amerîka Donald Trump di 13’ê Tebaxê de ragihandibû ku Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bo normalkirina peywendîyan li hev kirine.

Şandeyên payabilind yên Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dê îro Sêşemê li Qesira Sipî peymana normalkirina peywendîyan îmza bikin.

XS
SM
MD
LG